Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta PKKyê 17 kes hatin desteserkirin.
Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê ragihand, di navbera 6-13ê tebaxê de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” “operasyon” hatine kirin.
Li Wanê di navbera 6-13ê Tebaxê de di “operasyonên cuda” de bi hinceta “alîkariya PKKê” 17 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digire û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.