Li rojavayê Kurdistanê, Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyeyê yekemîn kongreya xwe li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di kongreyê de rewşa rêxistinî ya partiyê, taybetî rewşa Sûriyeyê û Kurdistanê hate nirxandin.
Yekemîm Kongreya Partiya Gel a Kurdistanî – Sûriyeyê di bin van dirûşman de bi rê ve çû:
Ji bo danpêdana destûrî bi mafên neteweyî yên gelê Kurd li Sûriyeyê
Ji bo Sûriyeke ku teror û tundrewî lê nebe
Ji bo bidawîanîna dagirkariya Tirkiyeyê li navçeyên Kurdistanî
Ji bo yekîtî û yekrêziya Kurdan
Ji bo peydakirina mafên hemû pêkhateyan li Sûriyeyê
Ji bo aktîvkirina rola ENKSyê
Herwiha beşdariyên kongreyê ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) xwest ku “dest ji kiryarên revandin, girtin û birina ji bo leşkeriya bi zorê berde.”