Efrîn: çeteyên çekdar keçeke 14 salî revand û tecawizî wê kirin

Efrîn: çeteyên çekdar keçeke 14 salî revand û tecawizî wê kirin

Hate ragihandin ku li navçeya Cindirêsêya Efrînê keçeke 14 salî ji aliyê endamên komên çekdar ve hatiye revandin û rastî destdirêjiya seksî hatiye.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê ragihand ku li navçeya Cindirêsê ya bajarê Efrînê keçeke 14 salî ji aliyê çekdaran ve ji mala wê hatiye revandin.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, zaroka 14 salî ji aliyê xebatkarê meclîsa xwecihî ya Efrînê Nasir Bustanî û kurê wî Zekariya Bustanî ve bi çekê ji mala wê ya li gundê Til Silorê hatiye revandin.

Fermandarê koma Emşat Enes El-Hamdo ku yek ji komên çekdarên li Efrînêye jî alîkariya van kesan kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keça ku rastî destdirêjîya seksî hatiye ji bo bi tecawizkarê xwe re bizewice bi zorê hin belge îmze kirine.

Her wiha hat ragihandin ku zarok û malbata wê di bin gefa komên çekdar de ne.

Di 20 Çileya 2018 de artêşa Tirkiyê bi beşdariya grûpên çekdar li dijî Efrînê operasyona bi navê “Şaxê Zeytûnê” dabû destpêkirin. Di 18 Adara heman salê de, piştî 58 rojan ji şer û bordûmanan, Efrîn ketbû bin kontrola hêzên çekdarên Tirkiyê û komên çekdar. Ji wê demê ve Efrîn bi nûçeyên binpêkirina mafên mirovan û guhertina demografî ket rojevê.

Tê diyarkirin ku di nava 5 salên dawî de ji ber zextên van hêzan zêdetirî 300 hezar kurd ji cih û warên wan hatine derxistin û dar, zevî û milkên wan hatine desteserkirin. Hat ragihandin ku bi dehan kes ji bo fîdiyeyê dîl hatine girtin, îşkence li wan hatiye kirin û hinekan jî jiyana xwe ji dest dane.

Pustên heman beş