Sê çekdarên yekîneyên parastina gel baskê Partiya Karkeran yê Rojava Kurdistanê ketin ber êrîşeka artêşa Tirkiyê û hatin kuştin.
Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê îro roja duşemî 14/8/2023ê belav kir ku di êrîşeke wan de, 3 çekdarên YPG’ê hatin armanc girtin û destnîşan nekir kanê ev êrîş li kîjan herêma Rojava Kurdistanê pêkhatîye.
Amaje kir, wan çekdaran amadehîya êrîşeke ser nuqteyên wan dikir û hatin hedef girtin.
Artêşa Tirkiyê li 8 Tebaxê jî kuştina 4 çekdarên yekîneyên parastina gel li herêma Kaniya Aştiyê ragihand bû.