PKK’ê mala muxtarê gundekê Batûfa TNT kirîye

PKK’ê mala muxtarê gundekê Batûfa TNT kirîye

Çekdarên Partiya Karkeran mala Muxtarê gundekê girêdayî Qeza Batûfa ya li Başûrê Kurdistanê TNT kirîye.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî”, wilatiyên gundên Rîsê û Şîlanê yên ser bi bajarokê Batîfa, piştî rezamendî ji saziyên hikûmî yên Başûrê Kurdistanê wergirtî, seredana gundên xwe kirine ji boy ku bikarin karê xwe yê çandinîyê li wir berdewam bikin, lê gundên wan yên bûye qada şerê PKK’ê û dewleta Tirkiyê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, dema wilatiyê bi navê “Hacî Sadiq Selîm” ku muxtarê gundê Rîsê ye diçe nava mala xwe de dibîne ku mala wî bi temamî ji aliyê çekdarên PKK’ê ve hatiye TNT kirin.

Çavkaniyên “Darka Mazî” her weha ragihandin, guman tê kirin çekdarên PKK’ê ev male ji boy wê yekê bombe kiribe ku dema leşkirê Tirkiyê êrîş dike bi wan de biteqîne.

Piraniya gundên Başûrê Kurdistanê yên sînorî ji ber şerê PKK’ê û artêşa Tirkiyê vala bûne û şêniyên wan gundan ji neçarî niha di bajar û bajarokên Kurdistanê de bicîh bûne û ev jî ji wan re bûye bargiranî, ji ber ku piraniya wan li gundên xwe mijûlî karê çandiniyê û xwedîkirina pez bûn û niha nikarin wan karan bikin û bi awayek baş debara jiyana xwe bikin.

Pustên heman beş