Medyaya PKK ê axaftinên Elî Ewnî berevajî kirin

eli-ewni-info

Çapemeniya PKK ê bêyî ku guh bide ti rêgezên exlaqî, nûçeyên sexte belav dike da ku Kurdan li hember hev derbixe. Çavkaniyên ku navên wan nehatine eşkerekirin, bi berdewamî xebatkarên xwe bi nasnameya gel didin nîşandan, nûçeyên ku derew û bêexlaq li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Dixwazin  tovê dijminayî di nav Kurdan de biçînin.

Herî dawî jî di axaftina endamê Polîtburoya PDK ê Elî Ewnî de ev bêexlaqî hatiye kirin. Axaftina Elî Ewnî pir bi qestî şaş hat wergerandin. Di nûçeya televîzyona Medya TV ya PKKê de dibije ku Ewnî di hevpeyvîna xwe ya bi televîzyonekê de, ji dewleta Tirk xwest ku kadroyên pêşeng ên PKKê bike armanç.

Lê di axiftina Elî Ewnî de ti carî gotinek wiha nîne. Elî Ewnî tenê xwest ew pirsa mejîyê gelê Başûrê Kurdistanê de heyî ango pirsa “PKKe li heremên hundirê Başûrê Kurdistanê çi dike?” bersiv bide.

Axaftina Elî Ewnî wiha ye: “Hêzên PKKê li deverên weke Axçeler û Ehmedawa çi dikin, çima li wir tên kuştin?”

Alî Ewnî di şerê navbera PKKê û artêşa Tirk de jî wiha destnîşan dike; “PKKe, pêşengiyê dike ku artêşa Tirk bikişîne kûrahiya Başûrê Kurdistanê û herêma serweriya hikûmeta Kurdistanê têk dibe.”

Û Elî Ewnî vê pirsa girîng ya di serê her kesî de dike: “Dewleta Tirk li bajaran di nava sedan mirovan de keç û kurrên feqîr ên Kurdan yên hatîn xapandin dikûje. Lê çima rêveberên wê nakûje?  Ma wan nas nake? Ger koordînasyonek di navbera PKKe û Tirkiyeyê de nebe gelo ma ev yek mimkûn e?

Ev pirsa Elî Ewnî ne cara yekem e. Her kes meraq dike ku Mistafa Qarasû yê ku bi tena serê xwe nikare 50 gava çawa nabe armanc. An jî Cemîl Bayik ez meraq dikim ku çawa ji sala 1985 an û vir ve carekê jî birîndar nebûye û nebûye hedefa artêşa Tirk. Derdorên siyasî yên ku ji nêz ve PKKê dişopînin difikirin ku “rêveberên damezrêner ên PKKê ne ji ber lihevkirina PKKê û dewleta Tirk nayên armançkirin. Yên jî dibin armanca dewleta Tirk hemû fermandarên asta navîn û şervan in.

Medyaya PKKê ji bo ku vê mijarê di hişê bi deh hezaran Kurdan de veşêre, bê dudilî gotinên Elî Ewnî şaş wergerand û di ragahandina xwe de pêşkêş kir.

Hêza herî mezin û yekane ya di destê PKKê de çapemanîya wê ye. PKKê di şer û sîyasetê de wendahîyên mezin dan. PKKe şer nake, çapemenî û hûnermendên PKKê  şer dike, PKKe siyasetê nake, medyaya wê siyasetê dike. PKKe bi hêza medyaya xwe xiyanet û têkçûna xwe vedişêre.

Pustên heman beş