Artêşa Tirkiyê navenda gundê Guherzê topbaran kir

Topbarana-6-tebaxa-îsal-ya-gundê-guherzê

Artêşa Tirkiyê îşev careke din gundê Guherzê yê li devera Nihêlîya li quntara çiyayê Metînayê topbaran kir û hinek top bi navenda gund ketine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî aşkere kirin, îro li danê şevê 17/8/2023 artêşa Tirkiyê gundê Guherzê yê girêdayî qezaya Amêdiyê topbaran kir û hinek gulle top bi nêzî mala hemwilatîyekî gund yê bi navê Mihemed Emîn ketine.

Topxaneya artêşa Tirkiyê li 6 tebaxa îsal jî gulle topek avêt navenda gundê Guherzê û bi ber malekê ket û ziyan li pey xwe hiştin.

Li heman rojê balafirên keşfê li otombîla hemwilatiyekî navçeya Çemankê jî xisitbû û bi wê sedemê ciwanê bi navê Alan Îsmaîl ku 5 meh bûn zewicî bû şehîd ket û kesek din jî birîndar bibû.

Gundê Guherzê yêke ji gundên devera Nihêlê dikeve quntara çiyayê Metînayê bi dûratîya (20) kîlometroyan bi alê rojihlata bajêrê amêdoyê, jûroya gund zincîra çoyayê Metînî ye û jêriya gund sipneye, rojihlata gundî Zê ye û rojava gundê (Belaveye) hef sînore bi gundên Gêrgaş , Mehîdê, Reşave , Berçî , Belave, Birkahînê , komelgeha Dêrelukê .

Pustên heman beş