Tirkiyê kuştina yek ji rêveberên PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê ragehand

Tirkiyê kuştina yek ji rêveberên PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê ragehand

Saziya Îstixbarata Mîlî ya Tirkiyê (MÎT)ê li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, yek ji rêvebera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku baskê PKKê yê jinan e li Rojavayê Kurdistanê û herwaha berpirsa jin û ciwanan a bi navê Hîcran Îcuz ku nav PKKê de wek Vejîn Jiyan tê naskirin di operasyonekî de bê bandor kir.

Li gor Ajansa Anadolu ku zimanê fermî yê hikûmeta Tirkiyê ye ragehand, Hîcran Îcuz di sala 2016ê de beşdarî karûbarên rêxistinê yên li çiya bûye û perwerdeyên îdeolojîk û çekdarî wergirtiye û piştre jî li Rojavayê Kurdistanê beşdarî li perwerde kirina ciwan û zarokên Rojavayê Kurdistanê yên beşdarî rêxistinê bûne kiriye.

Li gor heman çavkaniyê Hîcran Îcuz di nav rêxistina çekdarî û ciwanan de di asta berpirsyartî de erk wergirtiye, li herêmên sînorî di êrîşên li hember hêzên ewlehiya Tirkiyê de yek ji kesên plankarê wan êrîşan bûye.

Hat ragehandin Hîcran Îcuz bi navê xwe yê li nav PKKê de Vejîn Jiyan di operasyoneke MÎTê de jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê di çapemeniya ser bi PKKê de tê ragehandin ku Hîcran Îcuz di encama qezayekî de jiyana xwe ji dest daye, lê ev yek berevajî rastiyê ye.

Pustên heman beş