Li Erzeromê 2 zarokên keç di gola avdana sewalan de xeniqîn

Li Erzeromê 2 zarokên keç di gola avdana sewalan de xeniqîn

 Li navçeya Xinis a ser bi parêzgeha Erzerom a Bakurê Kurdistanê 3 zarokên keç ên ketin gola avdana sewalan ji wan 2 kes xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Akbayir a bajarê Xinis a Erzeromê 7 zarok bê agahiya malbatên xwe ji bo avjeniyê ketin gola avdana sewalan û gola ku binê wê lîme bû sedem ku ji wan 7 zarokan 3 ji wan metirsiya xeniqînê jiyan bikin.

Hat ragehandin ji wan 3 zarokan Ercîn Coşkun ê 9 salî piştî ji golê hate derxistin bi helîkopterê ji nexwaşxaneya Zanîngeha Lêkolînê ya Ataturk a Erzeromê re hate veguhestin.

Ji aliyê din ve keçên bi navên Elîf Berfîn Demîr a 12 salî û Serayî Çelîk a 11 salî ji aliyê gundiyan ve termên wan ji golê hatin derxistin û termê herdu keçan ji bo tiba edlî ya Erzeromê hate veguhestin.

Piştî bûyerê ava wê golê hate vala kirin. 

Pustên heman beş