Ciwanên Kurdan di nava Partiya Karkeran de berxên sedeqê ne

pkk-gerila-kurd-zarok-hpg-turkey-tirk-net

Partiya Karkeran 6 ciwanên din yên Kurdan feda kirin piranî jê li sal û mehên berê bi kuştin da ne û ji nû ve mirina wan ragihand, ciwanên Kurdan li cem vê rêxistina Kurdkuj mîna berxên sedeqê ne.

Partiya Karkeran ku her roj wêneyên komên ciwan û zarokên Kurdan li medyaya xwe parvedike, ciwanên ku li sal û mehîn berê feda kirî û ji nû ve mirina wan îlan dike, herî dawî wêneyên 6 ciwanên din parvekirine û li ser nivîsandiye me rêhevalên xwe yên Apoyî wenda kirin.

Ev rêxistina Kurdkuj ku bi çavê berxên sedeqê li ciwan û zarokên Kurdan di nere, duh roja şemî 19/8/2023 nasnameya ciwanekî Kurd aşkere kir ku li 5 tebaxa îsalê li Heftenînê bi destê artêşa dewleta Tirk a dagîrker hatiye kuştin û li ser nivîsandiye rêhevalê me Ismaîl por Mehmûd bi alîkarîya Parastinê hatiye şehîd kirin.

Rêxistina PKKê ciwanên Kurdan di revîne û berê wan dide mirinê û piştre propagandayê bi wan dike û dixwaze Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û saziyên wê yên ewlehiyê bi van kuştinên xwe yên qirêj sûçbar bike, li demekê ev hemû ciwan li herêmên bin kontrola rêxistinê tên feda kirin, herêmên ku 30 salin tu yêk ji hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Başûr û heta sivîl jî tê neketine.

HPGê duh roja şemî 19/8/2023 nasnameya her yêk ji çekdarên xwe yên bi navên “Mensûr Sadqî, Hemed Erban, Yusif Hecî û Kemal Xizrî” parvekirine ku ji sala 2021 ê ve jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

Her wiha nasnameya çekdarê bi navê Erdal Merangoz jî aşker kir, ew jî 4 mehan berê hatiye kuştin û ji nû ve mirina wî îlan kiriye.

Ji 100% a çekdarên ku di nava Partiya Karkeran de tên feda kirin, zarok û ciwan in li demekî fermandar û rêvebrên partiyê di şikeftên Qendîlê de û vîlayên xwe yên li Silêmaniyê razayne, ew zarokan dişînin şer û razan ji boy wan û rêberê wan yê li Îmraliyê ye, ev jî bi wê wateyê tê ku ev rêxistn zarokên Kurdan di xapîne û wan weke sotemenîya berxwedana xwe a saxte bi kar tîne.

Pustên heman beş