Cendirmeyan Omer Ocalan bi zorê bir

Omer-Ocalan

Partiya Çepên Kesk ragihand ku cendirmeyan parlamenterê wan Omer Ocalan bi zorê birine navenda cendirmeyan.

Partiya Çepên Kesk (YSP) li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku nûner û alîgirên partiya wan li ser gora Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Bazo Yılmaz çalakiyeke bîranînê li dar xistin.

Cendirmeyan êrişî kesên ku beşdarî bîranîna Bazo Yilmaz bûne kir ku par di girtîgehê de canê xwe ji dest dabû û çend kes desteser kirine.

YSPyê herwiha da zanîn ku cendirmeyan xwestine parlamenterê wan ê Rihayê Omer Ocalan jî desteser bikin lê nikarîne wê yekê bikin û ew bi zorê birine navenda cendirmeyan.

Partiya Çepên Kesk (YSP) di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê tora civakî belav kiriye de anî ziman:

“Cendirmeyên ku êrîşî kesên beşdarî merasîma li ser gora Hevserokê Şaredariya me ya Xelfetiyê Bazo Yilmaz kiriye, wan herwiha xwestiye parlamenterê me Omer Ocalan desteser bikin.

Dema nikarîne vê yekê bikin wan ew bi zorê biriye navenda cendirmeyan. Em dijî vê êrişa hovane ya li beramberî îradeya gelê Kurd bêdeng namînin û em dê hesabê wê yekê bipirsin.”

Pustên heman beş