Dîsa top bi navenda gundê Guherzê ketin

guherz-info

Gundê Guherzê îro careke din ji hêla artêşa dewleta Tirk ve hat topbaran kirin, ev jî dibe topbarana duyemîn di 4 rojan de li navenda gundê navbûrî tê kirin.

Îro 20/8/2023 artêşa Tirkiyê careke din top avêtin gundê Guherzê yê girêdayî qezaya Amêdiyê û gulle topek bi navenda gund ket û zirar li pey hatine.

Topbarana îro dibe ya duyemîn di dema 4 rojan de ku li ser navenda gundê Guherzê tê kirin piştî ku li 17 tebaxê gulle topek bi nêzî mala hemwlatîyekî gund yê bi navê Mihemed Emîn ketî.

Topxaneya artêşa Tirkiyê li 6 tebaxa îsal jî gulle topek avêt navenda gundê Guherzê û bi ber malekê ket û ziyan li pey xwe hiştin.

Li heman rojê balafirên keşfê li otombîla hemwilatiyekî navçeya Çemankê jî xisitbû û bi wê sedemê ciwanê bi navê Alan Îsmaîl ku 5 meh bûn zewicî bû şehîd ket û kesek din jî birîndar bibû.

Gundê Guherzê yêke ji gundên devera Nihêlê dikeve quntara çiyayê Metînayê bi dûratîya (20) kîlometroyan bi alê rojihlata bajêrê amêdoyê, jûroya gund zincîra çoyayê Metînî ye û jêriya gund sipneye, rojihlata gundî Zê ye û rojava gundê (Belaveye) hef sînore bi gundên Gêrgaş , Mehîdê, Reşave , Berçî , Belave, Birkahînê , komelgeha Dêrelukê .

Pustên heman beş