Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 5 kes hatin girtin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî berdewam in.
Di çarçoveya xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî de di navbera 14-20ê Tebaxa 2023yan de operasyon hatin kirin.
Di operasyonan de bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan 6 kes hatin desteserkirin û ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.
Piştî karên îfade wergirtinê 6 kes birin Dadgeha Wanê.
Dadgehê derbarê 5 kesan de biryara girtinê da û kesek jî bi şertên kontrola edlî hat berdan.