Partiya Karkeran îro nasnameya 3 keçên din yên Kurdan aşker kir ku ew jî di berxwedana xwe ya saxte û bê encam de feda kirne.
HPGê baskê leşkerî yê Partiya Karkeran îro roja duşemî 21\8\2023 nasnameya 3 çekdarên xwe yên keç aşkere kir ku li 5 tebaxa îsalê li qada Bagokê ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.
Navên wan wisaye:
Şekîrnaz Kaplan ji Bidlîsê.
Emîne Kaplan ji Êlehê.
Leyla Gulcu ji Amedê.
Partiya Karkeran Şekîrnaz, Emîne û Leyla weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapandin û di berxwedaneke saxte û bê encam de da ne kuştin û di pesnê wê de îro dibêje ew fedayî Apo bûne, ew gerîlayên xeta jinê bûn.
Rêxistna PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirî û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.