Yekeyên Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge û hêzên Lîwaya 31 a Firqeya Heşt a Artêşa Iraqê, operasyoneke hevbeş li navçeya Qerehesen-Leylan encam dan.
Roja 21ê Tebaxa 2023an, di daxuyaniyekê de ku Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Bi mebesta dabînkirina asayîş û aramiya zêdetir li navçeyê, sibeha roja 20ê Tebaxa 2023an, Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge, bi hevbeşiya ligel artêşa Iraqê, li navçeya Qerehesen-Leylan, operasyonek encam dan.”
Li gor zanyariyên Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, operasyon ji du hêlan ve bûye, hêla yekem bi beşdariya hemû yekeyên Lîwaya 22 ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge bûye û gundên Cewelbor, Çemê Zengene, Qişlaxî Kon, Xidirbeg û cografyaya sînorê wan kontrol kirin. Herwiha hêla duyem, hêzên Lîwaya 31 a Firqeya Heşt a Artêşa Iraqê ji Bendava Şîrîne ve bi arasteya bilindahiyên Cewelbor, ber bi rêya sereke ya Kerkûk-Silêmanî, li navçeyê operasyon kirin.”
Operasyon bo dema heft demjimêran berdewam bû, tê de navçeya diyarkirî hat kontrolkirin ku dihat gumankirin, terorîstên DAIŞê wek rêya revê, wê navçeyê bi kar bîne.