Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê li Silemaniyê radigihîne

Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê li Silemaniyê radigihîne

Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê (MÎT) li Silêmaniyê li dijî çekdarekî PKKê yê bi navê Bekir Kina yê bi nasnavê “Bawer Botan” operasyoneke taybet kir û ew kuşt.

Ajansa “Anadolu” ji ser zarê jêderên ewlehiyê ragihand, Bakir Kîna yê ku ji bo kuştina endamên artêşa Tirkiyê, hêzên ewlehiyê û MÎTê dihat perwerdekirin, hat kuştin.

Li gor wê ajansê, Bekir Kina di sala 2019ê de çûye Îraqê û tevlî PKKê bûye. Li Îranê û Iraqê xebatên rêxistinî kiriye û PKKê amedekarî dikir ku wî bişîne Tirkiyê.

Şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bandereke mezin li ser jiyana xelkê kiriye û nêzîkî 800 gund û çend deverên geştiyariyê wêran û vala bûne.

Pustên heman beş