SOHR: Droneke Tirkiyê otomobîleke rojnamevanan li Qamişlo bombebaran kir

SOHR: Droneke Tirkiyê otomobîleke rojnamevanan li Qamişlo bombebaran kir

Droneke Tirkiyê otomobîleke li ser riya Heseke – Qamişlo bombebaran kir û di encamê de kesek hate kuştin û kesek jî birîndar bû.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, droneke Tirkiyê duhî otomobîleke rojnamevanan li nêzîkî mezargeha Şêx Cebir ya di navbera bajarên Hesekê û Qamişlo de bombebaran kir, di encamê de ajokar hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve jî, otomobîla kenala “Jin TV” duhî piştî nîvro ji aliyê drona Tirkiyê ve hat armanckirin û di encamê de yek ji xebatkarên kanalê yê bi navê “Necimidîn Feysel Hac Sînan” canê xwe jidest da û rojnamevaneke kanalê jî birîndar bû.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşa Tirkiyê li ser otomobîla “Jin TV” şermezar kir û bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar kir ku destêwerdanê bikin û dawî li êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve bînin.

Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka îsal ve, artêşa Tirkiyê 37 êrîşên asmanî bi riya dronan li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser kirine û di encamê de 54 kes hatine kuştin û zêdetir ji 50 kesî jî birîndar bûne.

Pustên heman beş