Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê kir
Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên her du aliyan gotûbêj kirin.
Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên her du aliyan gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, îro Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda ligel wî kir.
Hat diyarkirin, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên her du aliyan danûstandina fikr û ramanan hat kirin.