Leşkerekî Tirkiyê li navçeya Zapê hat kuştin

Leşkerekî Tirkiyê li navçeya Zapê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku leşkerekî wan li navçeya Zapê hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da zanîn ku ev leşker, li herêma Zap-Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê de birîndar bûbû. Wezaretê eşkere kir, leşkerê wan ê bi navê Erkan Selçuk ku duh li Başûrê Kurdistanê birîndar bûbû, miriye.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Erkan Selçuk di encama teqîna bombeyeke ku ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû çandin, miriye.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Pustên heman beş