Zarok bo kuştinê û Ew bo zik mezinkirinê

pkk-zarok-info

Berxwedana Partîya Karkeran ya fedakirina zarokên Kurdan dewam dike, herî dawî partiyê nasnameya zarokeke din aşkere kir ku li vê mehê bi destê artêşa dewleta Tirk daye kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran roja şemî 26/8/2023 nasnameya 3 çekdarên xwe yêk jê zarok aşkere kir ku li vê mehê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin.

Ev çekdar bi navên Zeyneb Kaya ji Mêrdînê, Hesen Batmaz ji Wanê û Sîham Bozan ya zarok ji Girê Sipyê ye.

Partiya Karkeran her roj wêneyên komên ciwan û zarokên Kurdan li medya xwe par vedike, zarokên ku li sal û mehên berê di şerê xwe yê bê encam de feda kirî, zarokên Kurdan ji boy Partîya Karkeran sotemeniya şer in, ew zarokan dişînin şer û berê wan didin mirinê û ew jî li şikeftên Qendîlê û Garê û vîlayên xwe yên li Silêmaniyê razayne û zikên xwe mezin dikin.

Pustên heman beş