Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê ragihand ku di “operasyoneke” li Amedê de 3 çekdarên Partîya Karkeran hatine kuştin.
Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya di daxuyanyeke ku li ser tora civakî belav kir diyar kir ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî Partîya Karkeran “operasyonek” hat li darxistin.
Yerlîkaya diyar kir ku “operasyon” bi piştgirya polîsên tevgera taybet, tevgera taybet a cendirmeyan hat kirin û destnîşan kir ku 3 çekdarên Partîya Karkeran hatine kuştin û endamekî rêxistina sivîl (YPS) jî hat desteser kirin.
Yerlîkaya her wiha diyar kir ku 4 gumanbar jî bi îdaya “alîkarya rêxistina terorê” hatine desteser kirin.