Kobanê vala dibe û rojane ciwan jê derdikevin

Kobanê vala dibe û rojane ciwan jê derdikevin

Ji ber rewşa aborî û xizmetguzarî ya xirab li Rojavayê Kurdistanê, pêla koçberiyê ji navçeyên di bin kontirola rêveberiya PYDê de bo welatên derdorê û cîhanê zêde bûye.

Li gor agahiyan rojane bi dehan ciwan ji bajarê Kobanê bi rêya gundên sînorî ber bi Turkiyê re koçber dibin.

Jêderan amaje bi wê çendê dikin ku qaçaxî bi hemahengî di navbera qaçaxçiyan û rêveberiya PYDê de bi rê ve diçe, û gujmê 1500 dolarî Emerîkî ji her kesekî ku sînor bi qaçaxî derbas dike, werdigrin.

Her wiha Jêder diyar dikin, ji ber kiryarên rêveberiya PYDê ji revandina zarokan û leşkeriya neçar û nebûna derfetên kar û rewşa xizmetguzariyê ya xirab, xelkê bajêr, berê xwe dide welatên biyanî û rêjeya herî mezin ji koçberan nifşê ciwanan e.

Jêderan diyar kir jî, bo peydakirina têçûna koçberiyê, welatî neçar dibin mal û milkên xwe bi nirxên herzan li bajêr bifroşin.

Li bajarê Kobanê koçberî gihiştiye asta herî bilind, û bi dehan welatiyên bajarê Kobanê li ser rêya koçberiyê bo welatên biyanî û pêşerojeke aram li nav derya û daristanan canên xwe ji dest dane, û bi dehan kes ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî çavdêran, armanca rêveberiya PYDê ji van kiryaran ew e valakirina Rojavayê Kurdistanê û dirustkirina guhertina demografî ye.

Pustên heman beş