Xalê zaroka ji aliyê HSDê ve hatiye ravandin: Dixwazin civaka kurdî têk bidin û ji nav bibin

Xalê zaroka ji aliyê HSDê ve hatiye ravandin: Dixwazin civaka kurdî têk bidin û ji nav bibin

Hêzên Sûriya Demoqratîk HSDê, zarokeke kurd ji gundekî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê revand û tevlî leşkeriya neçar kir.

Fereh Xilî ji gundê Qenaya (Qinê) yê Kobanê ye di 7ê Tebaxa 2023yan de, ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqratîk HSDê ve hat revandin.

Xalid Hesen, xalê Fereh ji ARK Newsê re ragihand: Fereh bi tenê 13 salî ye, li kîjan yasayê de heye ku zarokeke 13 salî tevlî leşkeriyê bikin.

Da zanîn ku berî niha birayê wê di rewşeke nezelal, di zîndanên Hesekê de kuşt, îro jî xwişka wî revand.

Hesen anî ziman ku mebest ji van kiryarên PYDê jinavbirin û têkdana civak kurdî ye, û Mezlûm Kobanê jî weke fermandarê HSDê bi rêkeftina ku li gel Netewên Yekgirtî îmze kiriye, ne pabend e.

Pustên heman beş