Şerê li Dêrezorê dijwartir dibe: 28 kes hatin kuştin

Dêrezor

Li Dêrezorê di şerê navbera Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û HSDyê de 28 kes hatine kuştin.

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Bi dijwarbûna êrişan re, HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dan destpêkirin.

Piştî şer û pevçûnên dijwar ên di navbera HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û endamên eşîran de, HSDyê bajarokê El- Ezbayê yê li gundewarê Dêrezorê kontrol kir.

Herwiha HSDyê ji çekdarên mayî re demek diyar kir ku xwe radest bikin an jî ji bajêr derkevin.

28 kes hatine kuştin

Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnan de hata niha 28 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHRê 3 sivîl (du zarokên keç û jinek), 19 çekdar û endamên eşîran û 3 şervanên HSDyê hatine kuştin.

Heriwha SOHRê da zanîn ku herî kêm 15 kes jî birîndar bûne ku 8 ji wan endamên êşîran û 7 kes jî şervanên HSDyê ne. 

Eşîran gef li HSDyê xwar

Li aliyê din, hin eşîrên Dêrezorê ji bo berdana Ehmed Ebû Xewle 12 saet dem da HSDyê.

Endamên eşîran ên ku li ser medyaya civakî gef li HSDyê xwar û diyar kir ku eger Ehmed Ebû Xewle neyê berdan ew dê HSDyê bikin hedef.

Pustên heman beş