Partiya Karkeran du ciwanên din yêk jê ji Helebceye da ne kuştin

pkk-zarok-halabja-net

Partiya Karkerên Kurdistanê îro nasnaneya du çekdarên din yên rêxistinê yêk jê Yêk jê bajarê Helebce ye aşkere kir ku du salan berê bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê Partiya Karkeran îro roja pêncşemî 31\8\2023 nasnameya du çekdarên xwe aşker kir ku li xizîrana sala 2021ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk da ne kuştin û paş derbasbûna du salan ji nû îro hatîye û mirina wan îlan kirî ye.

Ev herdu çekdar ku yêk jê ji Helebceye û navê wî Warzer Yasîne weke bi hezaran ciwanên din yên Kurdan li jêr navê eşqa Kurdistanê xapandin û di şerekî bê wate de feda kir, çekdarê din jî ji Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye û navê wî Mihemed Saît e ku nû temena zaroktiyê qedandî ye.

Partiya Karkeran ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike û ev yêk ji hêla rêxistinên mafên mirovan û Netewên Yekbûyî ve hatîye tespît kirin.

Pustên heman beş