Li Wanê meş û çalakî ji bo du rojan hatin qedexekirin

Li Wanê meş û çalakî ji bo du rojan hatin qedexekirin

Li parêzgeha Wanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bi kom ên li derve bo 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê ya Bakurê Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî ragihand, rojên Şemî û Yekşemê meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana kon û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bi kom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgarî dibêje, “qedexe ji bo rêgirtina li êrîşan, parastina can û malê welatiyan, jinavbirina rêxistinên terorê û pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyên ku bi destûra parêzgariyê ne li xwe nagire.

Çend hefteyên borî jî rojên Şemî û Yekşemê bi biryara parêzgariyê, li Wanê çalakî hatibûn qedexekirin.

Pustên heman beş