Partiya Karkeran 134 leşkerên Tirk di medyayê de kuştin!!

pkk-bilanco-amar-turkey-info

Partiya Karkeran bîlançoya şerê xwe ê bê encam û berxwedana xwe a saxte ya meha tebaxê aşker kir û li gorî wê 134 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran, îro roja şemî 2/9/2023 bîlançoya tebaxê aşkere kir û got ku çekdarên wan 134 leşkerên Tirk kuştine û 23 birîndar kirine, li himberî vê 10 Gerîla jiyana xwe ji dest da ne.

Li gorî Partîya Karkeran, di tebaxê de her rojê 4 heya 5 leşkeran hatine kuştin!! Heger ev yêk rast be pêwîste kêfa her Kurdekî jê re were, lê belê her ku diçe Partîya Karkeran berxwedana xwe bi derewên bi şax geş dike û kuştina ewqas leşkeran li holê tune.

Partîya Karkeran ji sercema 134 leşkerên ku gotîye wê kuştine, dîmenên yek ji wan jî parve nekiriye û di nûçeya ragihandina kuştina wan de wêneya du çekdarên keç yên zaro parvekiriye.

Dewleta Tirk û PKKe her li navbera çend rojan bîlançoya zirarên hev radgihînin, her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê herdu alî rast nabêjin û vê weke şerekê taybet li dijî hev dimeşînin û yê ku zirara rastîn a vî şerê bê wate dide, gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş