Li Kerkûkê 7 endamên hêzên ewlehiyê hatin desteserkirin: Gule li Kurdan reşandibûn

kerkuk-kurd

Di xwepêşandanên doh ên li Kerkûkê de 7 endamên hêzên ewlehiyê yên ku gule li xwepêşanderên Kurd reşandibûn û 4 ciwanên Kurd şehîd kiribûn, hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê û Ereb û Tirkmenên ku ji derveyî bajêr anîbûn li dijî biryara vegera PDKyê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin.

Kurdan jî li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xistin, di xwepêşandanan de endamên hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderên Kurd reşandin.

Di encama gulereşandina hêzên ewlehiyê de 4 ciwanên Kurd şehîd ketin û 15 kes jî birîndar bûn.

Ji ber mudaxeleya tund û kujer a duh li bajêr lêpirsîn hat destpêkirin û di encama lêpirsînê de 7 endamên hêzên ewlehiyê bi tohmeta şehîdkirina 4 ciwanên Kurd hatin desteserkirin û herwiha hat ragihand ku lêpirsîn berdewam dike.

Pustên heman beş