Hêzên ewlehiyê li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine bicihkirin

Hêzên ewlehiyê li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine bicihkirin

 Hêzên ewlehiyên li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine bicihkirin, astengiyê ji bo çûnûhatina welatiyan çêdikin û ji bo lêgerîn û girtina ciwanên Kurd ên beşdarî xwepêşandanê bûne dest bi operasyoneke girtinê kirine.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, piştî aloziyên şeva borî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderên Kurd de, hejmareke mezin ya hêzên ewlehiyê yên ji Dije-Teror, artêşa Iraqê û grûpên Heşdî Şeibî pêk tên, li taxên Kurdan bicih bûne.

Li gor peyamnêrê K24ê, hemû kolan û taxên Kurdistanî yên Kerkûkê bi taybet taxên Şoreş, Serçinar û Rehîm Awa ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî ve hatine dagîrkirin û ji bo çûnûhatina welatiyan astengiyan çêdikin.

Peyamnêrê me da zanîn, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li nava taxên Kurdan yên bajarê Kerkûkê dest bi operasyoneke lêgerîn û girtina wan xortên Kurd ên ku şeva borî beşdarî xwepêşandanê bûbûn kirine û çend ciwan jî girtine.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê duhî Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Piştî xwepêşandana welatiyên Kurd ên li Kerkûkê ji bo vekirina rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, kesên ku ji bo girtina rê kon vedabûn, cihê xwe vala kirin û rê di bin zextên xwepêşanderên Kurd ên li Kerkûkê de hate vekirin.

Di xwepêşandana Kerkûkê de jî, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de, duhî 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn. Herwiha bi dehan genc hatin binçavkirin. Tevî rakirina qedexeya çûnûhatinê, hejmareke mezin ya hêzên ewlekariyê li taxên Kurdan bicîh bûne.

Piştî peyamên Serok Barzanî, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kerkûkê bê avakirin.

Pustên heman beş