Li ser rasperdeya Serok Barzanî, serederiya şahîdan bi şehîdên Kerkûkê re tê kirin

Li ser rasperdeya Serok Barzanî, serederiya şahîdan bi şehîdên Kerkûkê re tê kirin

 Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, li ser rasperdeya Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da Wezareta Şehîdan û Enfakiriyan ku serederiya şehîdan bi şehîdên bûyerên duhî yên Kerkûkê were kirin.

Piştî 5 rojan ku alîgirên Heşdî Şeibî û hin Ereb û Tirkmenan rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê girtin û astengî li pêşiya welatiyên Kerkûkê çêkirin û sivikatî li ala û sembolên Herêma Kurdistanê kirin, Kurdên Kerkûkê derketin xwepêşandanê û daxwaza vekirina rêya Hewlêr – Kerkûkê û parastina rûmeta Kurdistanê kirin, di encamê de jê hêzên ewlehiyê teqe li xwsepêşanderan kirin û 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn.

Pustên heman beş