Welatiyên kurd li Kerkûkê dîsa dest bi xwepêşandanê kir 

Welatiyên kurd li Kerkûkê dîsa dest bi xwepêşandanê kir 

Xwepêşandanên li Kerkûkê ji bo şermezarkirina reşkirina ciwanên kurd û şehîdkirina 4 welatiyên kurd di xwepêşandanên 2ê Îlonê de ji aliyê hêzên Iraqî ve ji nû ve dest pê kirin.

Êvariya roja duşemiyê hejmarek zêde ji welatiyên kurd li taxa Şorice ya bajarê Kerkûkê ji bo şermezarkirina şehîdkirina 4 welatiyên kurd û desteserkirina zêdetir ji 40 kesan bi tometa beşdariya di xwepêşandanan de xwepêşandanek lidar xistin.

Êvariya îro şemiyê di encama gullereşandina hêzên milîs û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser welatiyên kurd li Kerkûkê, 4 xortên kurd hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Pustên heman beş