Duhok – Li dijî hikûmeta Iraqê xwepêşandan hat kirin

Duhok – Li dijî hikûmeta Iraqê xwepêşandan hat kirin

Bi hezaran welatiyên Duhokê îro sêşemî 5ê Îlona 2023an, li dijî biryarên hikûmeta niha ya Iraqê û neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ku di yasaya bûdceya giştî ya sala 2023 û 2024an de hatiye diyarkirin, xwepêşandan kirin.

Xwepêşandan li dijî biryar û siyaseta hikûmeta Iraqê ya li hember Herêma Kurdistanê û şehîdkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, li Parka Newrozê bi beşdariya çîn û pêkhateyên cuda yên bajarê Duhokê hate kirin.

Xwepêşanderan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirin ku pabendî destûr û yasaya bûdceya federal bibe û rêkeftinên xwe yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî bike.

Armanca vê xwepêşandanê, gihandina peyamekê bo aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî bû ku fişarê li hikûmeta Iraqê bikin, da ku siyaseta xwe li hember Herêma Kurdistanê biguhere.

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 5 rojan rêya Kerkûk-Hewlêrê girtibûn, welatiyên Kurd ên Kerkûkê roja 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan dan û daxwaza vekirina rê kirin.

Di encama bersivdayîna hêzên asayîşa Kerkûkê de, ku di wan 5 rojan de alîgiriya Heşda Şeibî diparastin, bi guleyan destêwerdana xwepêşandana Kurdan kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn û 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Got jî: Hikûmeta Iraqê biryar daye ku mehane tenê 500 milyar dînar ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne, lê hemberê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînar heye û tiştên ku hikûmeta Iraqê dişîne têra dabeşkirina mûçeyan nake.

Pustên heman beş