Sîxûrê dewleta kûr cardin banga şer dike

Sîxûrê dewleta kûr cardin banga şer dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameyeke taybet a Medya Haber a girêdayê PKKê de axivî û cardin êrîşê PDKê kir. Her dema ku PKK xwe ji şerekîre xwe amade dike li gora xwe zemînê vê yekê bi propagande û derewan amade dike.

Kalkan di axvtina xwe de dibêje: Ji niha û pê ve li Metîna, Garê, Xinêre; li ku derê ew gavekê biavêjin û guleyekê biteqînin û bi pêş ve werin, wê êdî ev tişt bibe şer. Divê her kes vî tiştî bizanibe.

Berdewamiya axvtina xwe de Kalkan PDKê bi xiyanetê û hevalbendiya dijmina itham dike. Lê tu cara sîxûriya ew bi xwe dikin nabînin. Taybetî piştî bûyerên Kerkûkê ev daxûyaniya PKKê balkêşe. Dixweyê cardin xwediya wan ji bo PDKê tehdît bikin kerta PKKê têxin rojevê.

Ya herî balkêş ewe ku, Kalkan dibêje ku, PDK li Xinêra, Metina, Garê û hinek deverên din ên başûrê Kurdistanê gavekî bavêje ev ji bo PKKê dibe sedema şer. Lê gerek bê pirsîn , gelo çi karê we li van deveran heye? ev dever li başûrê Kurdistanê ne û wek her partiyek başûrê Kurdistanê mafê PDKê jî heye li van deveran tevbigere. Ya ji hemîyê girîngtir , erka hukumeta herêma Kurdistanê ye van deveran biparêze û aramiyekî li van deveran pêkbîne. Terora ku eve bi salane PKK li vê herêmê dike bûye sedem ku bi dehê hezar hemwelatîyan terka cih û warên xwe kirine.

Ji aliyek din ve PKK gelek bi zanebûn dewleta Tirk kişandiye heman deverê û kiriye qada şer.

Armanc û siyaseta PKKê ya dijitiya destkeftiyên Kurdistanê vekiriye. Lê ya balkêş ewe ku, ev yek mixabin ji aliyê piraniya partiyên siyasî ve nayê dîtin. Heta aliyên vê yekê dizanin jî bê dengin û vê bêdengiyê dibin alîkarê siyaseta PKKê ya li dijê destkeftiyên Kurdistanê.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş