Partiya Karkeran keçeka Êzdî a 12 salî revandin

pkk-sinun-info

Çekdarên girêdayî Partîya Karkeran li navçeya Sinûnê, keçeke Êzdî a temen 12 salî revandin û ev 40 rojin çarenûsa wê nediyare.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, çekdarên bi navê Yekîneyên Jinan yên Şengalê “YJŞ” baskê jinan yê YBŞê a ser bi Partîya Karkeran ve li Şengalê, keçeke Êzdî ku zaroke û temena wê tenê 12 salin ji nahiya Sinûnê revandin.

Destnîşan kirin, çekdarên YJŞê li 20 tîrmeha îsal 2023an keça bi navê “Danîle Xelef Hacî” ji Sinûnê revandine û ev nêzî 40 rojan e ti agahî ji wê nehatine bi dest xistin û çarenûsa wê nediyare.

Partiya Karkeran ku bi dehan hêz û mîlîşya li Şengalê, Sinûnê û herêmê çêkirine, ji dema ku ketiye di Şengalê û navçeyê de bi sedan zarokên Êzdî revandine û kirine çekdar, hinek jê li parçeyên din yên Kurdistanê da ne kuştin û hinek jê kêşî çiya kirine, çekdarên PKKê li jêr navên weke dewra mûzîkê û siporê û çalakiyên hemawa, zarokên Êzdiyan di xapînin û di revînin.

Pustên heman beş