Fermandara YPJê Roşna Egîd hat kuştin

Rûşna Egîd -info

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Rojna Egîd di 2’ê Îlona 2023’an de di encama êrîşa hewayîya dewleta Tirka dagirker de şehîd bûye. YPJ ku di çarçoveya xebatên leşkerîyên PKK’êyên li rojava de cih digire, weke tevgera jinêya YPG’ê tê naskirin. Çapemeniya PKK’ê bi bêdengî daxuyanî da, der barê nasnameya kesa hatye kuştin de ti agahî nehat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rojna Pîran di 2’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest daye, lê cih nehate diyarkirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Rojna Pîran li ser rêya Dêrk-Girkê Legê ji aliyê balafirên ceng yên dewleta Tirkiyê hatiye armanc kirin. Çavkaniyan diyar kirin ku Rojna Pîran ne tenê endama YPJ’êye di heman demê de endama meclîsa leşkerîya YPG’êye.

Rêveberiya PKK’êya li Rojava nasnameya kadroyên xwe yên ji Bakurê Kurdistanê vedişêre.

Rojna pîran kîye?

Zulfiye Bînbîra di sala 1975’an de li navçeya Pîrana Amedê ji dayk bûbû, di sala 1992’an de li Amedê tevlî nava refên PKK’ê bû. Rojna Pîrana ku bi salan li herêmên Amed, Dêrsim û Erizromê çalakî li dar xistine, di sala 1999’an de çû herêma Qendîlê û li wir tevlî çalakiyan bû. Pîran demekê endama hin komîteyên KCK’ê bû.

Ji sala 2018’an û vir ve li rojava di operasyonên leşkerî de cih digire. Çavkanî eşkere dikin ku malbata Rojna Pîran jî nêzî PKK’ê ne û ji ber vê yekê jî PKK’ê bi awayekî nerasterast amaje bi can ji dest dana Rojna pîran daye. Ji ber ku PKK bi giştî nasnameya kadroyên xweyên li Rojava jiyana xwe ji dest dane eşkere nake.

Pustên heman beş