P*K*K’e berpirsê rêxistineka Switzerlandê li Şengalê îşkence dike

sinjar-pkk-ybs-info

Çekdarên Partîya Karkeran ên di Heşda Şabî de li Şengalê, berpirsê rêxistineke xêrxwazî a Switzerlandê ku li Şengalê dixebte îşkence dikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî aşkere kirin ku çekdarên rêxistina PKKê yên di Heşda Şabî de li Şengalê li roja 2î tebaxa îsal 2023ê bi ser baregeha rêxistina bi navê “Erd Elxeyr” de girtine û berpirsê wê yê bi navê Teha Eymen Ebdulhadî bi awayekî hovane îşkence kirine.

“Erd Elxeyr” rêxistineke welatê Switzerlandê ya xêrxwazî ye û li Şengalê karên xêrxwaziyê dike, Teha Eymen Ebdulhadî ciwanekî bi regez Ereb e û berpirsyarê wê rêxistinê ye, baregeha rêxistinê dikeve taxa Yermûk ya di navenda Şengalê de.

Çavkaniyên Darka Mazî destnîşan kirin, li roja 2/8/2023 çekdarên PKKê û Heşda Şabî bi çekan çûne ser baregeha rêxistina xêrxwazî û bi tohmeta destdirêjîya li ser keçên Êzdî berpirsyarê wê îşkence da ne.

Çavkaniyên me aşkere kirin, piştî ku derket holê ev tohmeta PKKê rastîya wê tune û derewe, careke din 4 heya 5 çekdarên PKKê çûne ser baregeha rêxistina “Erd Elxeyr” û ji berpirsyarê wê re gotine ku ew girêdayî DAIŞê ye û piştire dest û lingên wî girêdane û birine baregeha YBŞê û li wir jî bi awayekî hovane îşkence da ye û piştire radestî ofîsa îstixbarata Îraqê ya rojava Dîcle kirî ye.

Pustên heman beş