5 kurdên Efrînê li Yûnanê winda ne: Yek ji wan zarokekî 13 salî ye

5 kurdên Efrînê li Yûnanê winda ne: Yek ji wan zarokekî 13 salî ye

Girûpeke ji 17 kesan e, ji meha bûrî ve dangûbasên wan hatine birîn, li ser rêya penaxweziyê, winda ne.

Ji 21 Tebaxa bûrî ve ew girûpa penaxwazan ku hilgirê regeznameya Sûrî ne, 5 ji wan kurdên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne, ku ji Turkiyê derketibûn, li Yûnanê asê man û ta niha bêserûşûn in çarenivîsa wan ne diyar e.

Ebdo Ebdulrehman Îsa bavê Mihemed ku yek ji windabûyan e, taybat da zanîn ku beriya ku agir bi daristanên Yûnanê bikeve, peywendî bi wan re hatin birîn.

Navbûrî tekez kir, ku di nav wê girûpê de zarok jî hene, ji koma pênç kesên ji Efrînê zarokekî 13 salî ye.

Navên kurdên ev in:

Niyazî Xubarî ji gundê Bênê yê navçeya Şêrawa

Mihemed Ebdo Îsa ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa

Mihemed Emîn Mûsa ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa

Osman Qitrano û Mihemed Sîdo ji gundê Bênê

Bavê Mihemed bang li rêxistinên mafê mirovan, û aliyên peywendîdar kir ku zanyariyan li ser wê girûpê diyar bikin, nexasim ku metirsî hene ku bûbin qurbaniya şewata mezin ya li daristanên Yûnanê, berî demekê 18 kesan bûne qurbaniya wê bûyerê û termên wan hatin dîtin lê ta niha nasnameya wan ne xuya ne.

Pustên heman beş