Partiya Karkeran her roj ciwanên Kurdan dikuje

PKK-Gerila-HPG-Kurd-info

Roj derbas nabe heger Partîya Karkeran nasnameyan komên keç û ciwanên Kurdan yên ku di şerê xwe yê bê encam de dide kuştin, aşkere neke, herî dawî nasnameya 7 ciwanên Kurd aşkere kirine ku li rojên derbasbûyî feda kirine.

Partiya Karkeran ji 6î vê mehê ve, nasnameya 7 çekdarên xwe aşkere kirine ku li mehên tîrmeh, tebax û îlona îsal 2023an li herêmên Botan û Amedê yên li bakurê Kurdistanê û Pencewîn a Başûr ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne û ji nû ve mirina wan hat îlan kirin.

Partiya Karkeran dîsa di pesnê van ciwanên Kurd de dibêje: Ew milîtanên Apo bûn, wan ji boy rêbertiyê xwe feda kir û layîqî Apo derketin!.

Xwîna ciwanên Kurdan li cem Partîya Karkeran ewqas bê wate ye ku dikare di yêk roj de bi dehan fedayê zilamê Îmraliyê bike, ev partî ku bûye Partiya Kurdkuj, zarokên Kurdan li jêr navê Kurdistanê û Kurdayetiyê di xapîne û piştre jêre dibêje divê hûn ji bo Apo bimirin.

Pustên heman beş