Fermandareke din a Partiya Karkeran tê kuştin

Yildiz Şahîn

Fermandareke din a Partiya Karkeran ket ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da û rêxistinê di pesnê wê de go ku wê bi felsefa Apo xwe ji nû ve afrandibû.

Partiya Karkeran îro roja yekşemî 10\9\2023 kuştina fermandareke xwe a bi navê “Yildiz Şahîn” aşkere kir ku li 25 tîrmeha îsalê li Girê Cudî yê li Bakurê Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest daye û îro ji nû ve mirina wê îlan kir.

Partiya Karkeran di pesnê vê fermandara xwe de gotiye ku ew fermandara fedayî a tunelên şer bû, wê bi felsefa Apo xwe ji nû ve afranidbû.

Partiya Karkeran bi sedan keç û xortên Kurdan di tunelên şer de fetsandin bi awayekî ku ev tunel wek dojeh ê ji boy çekdarên rêxistinê lê hatine.

Pustên heman beş