Bafil Talebanî li Îranê ye, gelo xîyaneta sala 1996’an ya li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê dê dubare bibe?

Bafil Talebanî li Îranê ye, gelo xîyaneta sala 1996’an ya li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê dê dubare bibe?

Di 9 Îlonê de Bafil Talebanî û şanda pê re çûbûn Tehranê û bi rayedarên Îranê re hevdîtin kirbûn. Duh Bafil talebanî bi serokê parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re hevdîtin kirbû.

Serdana Bafil talebanî ya Îranê piştî daxwaza Îranê ya ji bo bêçekkirina aliyên siyasî yên Rojhilatê kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê, rastî eleqeyeke mezin hat.

Heta 19 Îlonê dem ji bo cîbicîkirina rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Tehran û Bexdayê de hatiye îmzekirin bi Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye dayîn, di vê rêkeftinê de hatiye gotin ku divê çek ji partiyên rojhilat bê stendin û ew di kampeke sivîl de li Îraqê bên nîştecîkirin. Serdana Bafil Talebanî ya bi vî rengî çend rojan beriya bidawîbûna vî demî bû sedema fikaran. Bi taybetî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ditirsin ku Bafil Talebanî bi Îranê re li ser wan peymanek çêkiribe.

Di sala 1996 de çi qewimî?

Di sala 1996’an de di navbera Îran û YNK’ê de li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê peymanek komplo hate çêkirin. Li gorî peymanê li herêma ku partiyên kurd tê de bûn, anku li bajarokê Koye yê Başûrê Kurdistanê ku 250 Km dûrî sînorê Îranê bûn, operasyon hat kirin û teslîmbûn hat ferizkirin.

Hêzên Îranê di 26 Tîrmehê de bi gelek wesayît û çekên giran ji deriyê sînorê Başmaxê yê di bin kontrola YNK’ê de derbas bûn. Di ser Pênciwînê re xwe gihandin herêma Heybet Sultan. Li gel wan komek pêşmergeyên YNK’ê jî hebûn.

Dema ku nêzî navenda giştî ya Demokratê ya bi navê Kelha Demokrat bûn, bi çekên gran dest bi lêdana wan kirin. Bi dehan sivîl û pêşmergeyên Demokratê jiyana xwe ji dest dan. YNK’ê hêzên navneteweyî rawestandin û got ku êrîş ji aliyê Seddam ve hatiye kirin. Ji aliyê din ve nûnerê YNK’ê Fuad Mesûm çû cem partiyên Rojhilatê Kurdistanê û daxwaz ji wan kir ku bi Îranê re rêkeftinekê îmze bikin.

Ji ber vê xiyaneta ku YNK’ê li partî, welatparêz û gelê rojhilatê kurdistanê kiriye, kurdên rojhilat heta niha jî li hember YNK’ê bi hêrsin û bertekan nîşan didin.

Kesayetiya bi gumana Bafil Talabanî

Daxuyaniya ku çûna Bafil talebanî bo Îranê bi agahiya Hikûmeta Îraqê bûye, gumanên heyî zêdetir kirin. Kesayetiya Bafil Talabanî jî ji kirina her tiştî re vekirî xuya dike. Gel wê baweriyê deye ku serdana Bafil bo Îranê, di demekê de ku Îran êrîşên xwe li dijî kurdistanê zêde dike, dê xizmeta berjewendiyên Îranê bike ne berjewendiyên kurdan. YNK piştî xîyaneta Kerkûkê ya sala 2017’an bi xebatên xweyên alîgiriya Îran û Şîeyên Bexdayê tê naskirin.

Pustên heman beş