Li Efrînê 2 kes di encama teqîna otomobîlekê de hatin kuştin

Li Efrînê 2 kes di encama teqîna otomobîlekê de hatin kuştin

Di encama teqîna otomobîleke bombekirî li nava bajarê Efrînê de, herî kêm 2 çekdar hatin kuştin.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re got, îro danê sibê li taxa Zêdiyê ya Efrînê bombeyek bi otomobîla serkirdeyê di grûpa Ewlehiya Encûmena Xwecihiya Efrînê “Ebû Emar EL-Xotanî” de teqiya.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 2 kes hatine kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Pustên heman beş