Hunermend Beytocan koça dawiyê kir

Beytocan-net

Hunermendê navdar ê Kurd Beytocan piştî çend salan ji têkoşîna bi nexweşiyê re, şeva borî li Swêdê koça dawiyê kir.

Peyamnêra K24ê li Swêdê Awara Hewramî da zanîn, hunermendê navdar Beytocan şeva borî di temenê 68 saliyê de li nexweşxaneyeke Stockholmê koça dawiyê kir.

Birayê Beytocan Adarcan ev nûçe ji K24ê re piştrast kir û got, niha ew ji bo veşartina termê Beyto Can mijûlî rêkarên yasayî ne.

Tenduristiya Beytocan ev çend sal in ne cîgir bû û li ser torên civakî gelek caran nûçeyên mirina wî hatibû belavkirin.

Beytocan yek ji navdartirîn hunermendên Kurd bû û piraniya jiyana xwe ji bo xizmeta hunera Kurdî terxan kiribû. Ew sala 1955an de li Farqîna parêzgeha Diyarbekirê jidayik bûbû û ji sala 1991ê ve li Swêdê dijiya.

Pustên heman beş