HPGê di 3 rojan de 19 leşkerên Tirk di medyayê de kuştine!

info19-asker-turk-pkk

HPGê bîlançoya 3 rojên rabûrî yên şer ragihandin û li gorî wê 19 leşkerên Tirk, bi destê çekdarên wê hatine kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran, îro roja sêşemî 12/9/2023 bîlançoya 3 rojên rabûrî angu 10-11 û 12 îlona 2023an yên şerê xwe û artêşa Tirkiyê aşkere kir û got ku çekdarên wan 19 leşkerên Tirk kuştine, bi dehan birîndar kirne.

HPGê di daxuyaniya xwe de got ku “çekdarên me bi ruhê fedayî yê Apo 19 leşker kuştine”!.

HPGê wêneya tu yêk ji wan çalakiyên ku ew esker tê de hatine kuştin parvenekir û tenê wêneya 2 çekdarên xwe yên zarok danaye, weke hewlekê ji boy veşartina vê derewa xwe a bi şax.

Ji piştî hilbijartinên îsal yên Tirkiyê ev dema du mehane, Partîya Karkeran her li navbera çend rojan bîlançoya şerê xwe yê bê wate li gel artêşa Tirkiyê parvedike û her carê dibêje me ewqas leşker kuştine, lê belê ev tenê şerekî medyayî ye û kuştina tu leşkeran li holê tune.

Pustên heman beş