Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokeke din revandin

Ciwanên Şoreşger-info

Çeteyên “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a Kurd li Rojava Kurdistanê revandin û malbata wê derketin cadê û xwestin keça wan bê vegerandin.

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” baskê ciwanan yê Partîya Karkeran li Rojava Kurdistanê, li destpêka îlona îsal 2023an keçeke Kurd bi navê “Înan Osman” ku temena wê li jêr 15 saliyê de ye, ji bajarê Qamişlo revandin û birin cîhekê nediyar.

Duh roja sêşemî 12 îlonê, malbata vê zarokê derketin cadê û bang li Partîya Karkeran kirin ku keça wan bê vegerandin ji bo ku xwendina xwe dewam bike.

“Ciwanên Şoreşger” girûpeke girêdayî Partîya Karkerane,  raste rast bi telîmatên Cemîl Bayîk li Rojava Kurdistanê tevdigere, karê wê revandina zarokên Kurdane ji bo ku wan bikin çekdar û bi darê zorê tevlî Partîya Karkeran û baskên wê bikin.

Pustên heman beş