ŞOREŞA ÎLONÊ

ŞOREŞA ÎLONÊ

Bûbê Eser

Şoreşa Îlonê berhemek ji berhemên Barzaniyê nemir e. Lewra jî dema me xwest vê şoreşê fêr bibe, divê mirov bi awayekî berfireh li ser rêbaza Barzanî yê nemir raweste da ku bikaribe şoreşa Îlonê şirove bike.

Ez ê bixwazim di vê nivîsa xwe de bi kurtayî li ser şoreşa Îlonê û guherandinên mezin di jiyana gelê kurd de kirine rawest im. Mebesta min di virde wê ew be ku em weke Kurd bikarin şoreşên xwe, hêjayî û guherandina Şoreşa Îlonê pêk anî ye binasin û bidin nasîn.

Heta sala 1946an gelek şoreş û berxwedan li tevaya Kurdistanê ango li her çar perçan pêk hatibûn, lê ji wan yek jî bi ser neketin. Ecem, Ereb û Tirkan qatlîamên mezin kirin. Wan xwestin gelê me bi tevayî ji holê rakin û wî bê deng bikin. Ji xwe ew şoreşên ku heta 1946an pêk hatibûn, têk çûbûn, bi serneketibûn. Ji ber wan têkçûna li seran serê cihanê Kurd bê xwedan û bê hêvî bû bûn. Lê di sala 1945 û pêde xebata ji bona azadiya Kurdistanê, li rojhilat hêdî hêdî liviya, tevgeriya, xweştir û geştir dibû. Haziriya şer û berxwedaneke fireh dihate kirin da ku li hember dagirkerên Faris şerê azadiyê bikin.

Bi girtina biryareke weha hate dîtin ku kurd hîn jî zîndî ne, li ser Lingên xwe ne û xwe ji bona bi destxistina mafê xwe ê rewa, wê berxwe bidin. Vê kêfa Kurdan ji nû de anî bû. Lewra dema Barzaniyên ku di serîhildanên xwe yên li hember rejîma Irakê de wendekiri bûn, berbi birayên xwe yên Rojhilatê de çûbûn. Ji ber zilm û zordariya dagirkerên Irakê li wir bi cih bû bûn. Lê daxwaza Barzaniyan her gav azadiya Kurdistanê bû. Lewra jî wan ji sala 1907an de ji bona vê armanca pîroz li hember dagirkeriyê serî hildabûn. Lê bi alîkariya hin eşîrên kurdan ku li ba dijmin cih girtibûn, bi ser neketibûn. Ji bona ku milet û mirovên wan bi tevayî nayên qetilkirin û wan biparêzin, berbi rojhilat de çûbûn , li wir bi cih bû bûn lê jiyana wan ya wir jî gelek zor û zehmetî bû.

Dema ku li rojhilatê Kurdistanê bi serpereştiya Qazî Muhamed biryara şerê azadiya kurdan ya li hemberî dagirkeran heta girtin, vê kêfa Barzaniyan û bi taybetî ya Barzaniyê nemir anîbû. Loma hemû Barzaniyan li ba birayên xwe yên rojhilat cihê xwe girtin da ku ji bona azadiya Kurdan şer bikin. Berhema wî şerî, du hêjayî ji bona me anî. Yek Komara Kurdistan li Mahabadê hate damezirandin. Ya din jî Barzaniyê nemir ji ber xebat û zîrekbûna xwe weke yekem Generalê kurd hate destnişankirin.

 Lê çi mixabin ev Komar ne li gor hesabên dagirkerên me û gelek dewletên mezin bûn. Loma piştî salekê hate rûxandin û serokê wê Qazî Muhamed hate dardekirin. Lê Barzaniyê Mezin serokê neteweyî ê Kurd ku li wir bi xebata xwe bûbû Generalê miletê xwe, xwe teslîmî dijmin nekir û ew li gel 518 çekdarên hevalên xwe berbi sovyetê de çûn. Li wir ji bona demekê bi cih bûn.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Muhabadê, êdî ji nû de û li seranserê cihanê Kurd bê deng man. Ji ber ku heta wê demê li her çar perçên Kurdistanê şerê azadiya Kurdan hatibû temirandin. Miletê Kurd hate qetilkirin, wêrankirin û koçberkirin. Bi vê bêdengiyê dijminên kurdan kêf kirin. Wan bawerî anîbûn ku Kurd dê êdî nikaribin serî li hemberî wan hildin. Lê serokê neteweyî Barzaniyê mezin vê kêfa dijmin di qirika wan de hişt û piştî ji sovyetê vegeriyan, ji nû de dest bi şerê azadiya Kurdistanê kirin. Vî şerî ango vê serîhildanê, kurdên ku bi tevayî bê hêvî mabûn, bi hêvî kir. Kurdên ku li gor dijmin miribûn ji nû de zindî kir. Yanî şoreşa îlonê ji nûde zîndîkirina gelê Kurd û berxwedana azadiya wî bû.

Şoreşa îlonê ji bona kurdan li Irakê otonomî bi dest xist. Lê ew jî nehat hesabê dijmin, loma jî li hev civîyan da ku wê têk bibin û bi ser jî ketin. Lê şerê Kurdan ya ji bona azadiya Kursdistanê û bi serokatiya serokê neteweyî Barzaniyê nemir her berdewam bû.

Lewra ez dibêjim û divê neyê ji berkirin: Di şoreşa Kurdistanê ya li mahabadê de em Kurd bûne xwedî serokekî neteweyî ew jî Mistefa Barzaniyê nemir bû. Şoreşa îlonê, ji nû de zindîkirina gelê kurd û ya gulanê jî azadiya wî bû. Lewra jî pêwîstiya ku gelê Kurd bi berfirehî li ser van rawestin, şoreve bikin, heye. Bi taybetî divê ciwan van herdu şoreşan baş bizanibin da ku dîroka xwe baştir binasin.

Yanî şoreş îlonê ji nû de zîndîkirin û ji xewa mirinê rakirina kurdan bû. Şoreşa Gulanê jî danîna asasê dewletê bû.

Ez 62 saliya şoreşa îlon li gelê xwe pîroz dikim. Dibêjim bila cangoriyên me rehet razên da ku îro em kurd bi saya tekoşîn, berxwedan û bi cangoriya wan li başûrê Kurdistanê bûne xwedî perçeyeke welatê xwe ê azad. Bi hêvî me ku wir sibê bibe Kurdistaneke serbixwe…

Bijî Kurd û Kurdistan

Bijî şoreşa Îlonê ya kurd ji xewa mirinê rakir…

Pustên heman beş