P*K*Kê fermana Tirka û helîkopterên wan di medyayê de rakir!

helicoter-pkk-turkey-info

Partiya Karkerên Kurdistanê ev çend rojin maşîna derewan daye kar û her roj dibêje me komên eskerên Tirkan kuştine, îro jî got: “Ji bilî ku me komên eskeran kuştine, me du helîkopter jî derb da ne”!.

HPGê baskê leşkerî yê Partîya Karkeran, îro roja pêncşemî 14/9/2023 bîlançoya 2 rojên rabûrî ango 12-13 îlona 2023an yên şerê xwe û artêşa Tirkiyê aşkere kir û got ku çekdarên wan 12 leşkerên Tirk kuştine, bi dehan birîndar kirine.

Her wiha aşker kir ku li herêma Zapê çekdarên wan du helîkopter derb da ne!.

Ji piştî hilbijartinên îsal yên Tirkiyê ev dema du mehane, Partîya Karkeran her li navbera çend rojan bîlançoya şerê xwe yê bê wate li gel artêşa Tirkiyê parvedike û her carê dibêje me ewqas leşker kuştine, lê belê ev tenê şerekî medyayî ye û kuştina ti leşkeran li holê tune.

Pustên heman beş