Du sal bi ser şehîdkirina 2 pêşmergeyan ji aliyê PKK’ê ve derbas dibin

Du sal bi ser şehîdkirina 2 pêşmergeyan ji aliyê PKK’ê ve derbas dibin

Îsmaîl Osman Necad û Hemdî Cabir Muhemed Emîn du ciwanên lehengên gelê kurd bûn, her du ji rojava bûn, her du pêşmerge bûn. Û mixabin her du jî di kemîna hovaneya PKK’ê de şehîd ketin.

Di 15 îlona 2021 de li nêzî bajarokê Dînartê yê ser bi Akrê ve di encama teqîna mayînekê de ku ji aliyê komên çeteyên girêdayî PKK’ê ve hatbûn çandin ev 2 pêşmerge şehîd bûn. Herdu zewicî bûn û zarokên wan hebûn. Li ser daxwaza malbatên wan termên wan li Duhokê hatin bi axê sipartin.

 Çi qewimî?

Êvariya roja bûyerê, li gundên Kanî Toz, Geliyê Nakabe û Nêrkê yên bajarokê Dînartê yên navçeya Akrê, di dema derbasbûna wesayiteke pêşmergeyan de, teqemeniya destçêkirî ku li ser rê hatbû bicihkirin, hat teqandin.

Çeteyên girêdayî PKK’ê li herêmê 4 mayîn danîn. Ji van 2 mayîn ji bo wesayîtên pêşmergeyan li nîva rê hatin danîn. Her duyên din jî li kêleka rê hatbûn danîn ji boy ku li hember pêşmergeyên ku dixwazin mudaxeleyî wan bikin bên teqandin. Dema pêşmerge diçin destwerdanê bikin mayînek din tê teqandin. Li vir pêşmergeyan 2 şehîd dan.

Mîneyeke din jî 5 metran dûrî ambûlansa ku ji bo rakirina birîndaran ji boy nexweşxaneyê diçû, teqîya. Mayînek jî ji aliyê pêşmerge ve tê bêbandorkirin.

Li nêzî mayîna ku bi wesayit û ambulansê de hatiye teqandin tê dîtin ku mayîneke sed kîloyî hatiye amadekirin.

Awayê ku PKK’ê çalakî li dar xistiye û xwezaya mayînan nîşan dide ku armanca teqînê şehîdkirina pêşmergeyan bûye û ji ber nefretê pêk hatiye.

PKK’e hêjan jî heman siyasetê didomîne

PKK’e li gorî Rojeva kolonyalîstan li Kurdistanê tevdigere, hem ciwanên xweyên kurd û hem jî kurdên din dide kuştin û di kuştina yên din de dudil nîne. Dema ku berjewendiyên wê dikevin xeterê jiyana mirovan dike qurban.

PKK’e niha jî heman siyasetê didomîne. Serkirdeyên PKK’ê bi taybetî di van mehên dawî de îşaret bi “êrîşa li ser pêşmerge” da. PKK’e ji boy rewa nîşandana van êrîşên xwe îdîa dike ku êrîş li wan hatiye kirin.

Pustên heman beş