Balafireke bê firokevan a artêşa Tirkiyê li Şingalê otomobîleke çekdarên PKK’ê kir armanc û di encamê de berpirsek û 3 çekdarên wê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê, îro yekşemî 17ê Îlonê di demjimêr 15:00 de, di encama êrişa firokeyeke bê firokevan a artêşa Tirkiyê li ser otomobîleke çekdarên PKK’ê li Çilmêra ya çiyayê Şingalê, berpirsekî bilindê PKK’ê û 3 çekdarên wan hatin kuştin.
Di demên rabûrî de çendîn caran firokeyên şerên Tirkiyê çeper û çekdarên PKK’ê li Şingalê kirine armanc.