Çima PKK’ê xwest baregehên partiyên Rojhilat li Sîdekanê dagîr bike?

Çima PKK’ê xwest baregehên partiyên Rojhilat li Sîdekanê dagîr bike?

Di çarçoveya cîbicî kirina rêkeftina ewlehiyê ya di nêvbera Îran û Îraqê de û piştî gefên dewleta Îranê yên operasyona li ser sînor, hêzên pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kampên xwe terkandin û çûn cihekî din. Hêzên pasewanên sînorî yên Îraqê û pêşmergeyên Kurdistanê roja 13/9/2023’an bi rê ketin da ku herin cihên ku van partiyan ji ber gefên Îranê yên encamdayîna operasyonê bi cî hiştibûn, heya ku pêşya operasyoneke muhtemel bigrin. Lê belê hêzên PKK’ê êrîşî pêşmergeyên ku çûn herêmê û xwestin operasyonê rawestînin, kirin, û xwestin ew li kampên pêşmergeyên Rojhilat bi cî bibin.

PKK’e dixwaze cihê ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi cî hiştine dagîr bke. Lewma êrîşeke provokatîf li dijî pasewanên sînorî yên Îraqê û pêşmergeyên Kurdistanê pêk tîne.

Medya PKK’ê ji bo rewakirina dagîrkeriya xwe berdewam nûçeyên derew parve dike û dixwaze vê cî girtna hêzên pasewanên sînorî û pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyên sînorî weke êrîşeke li dijî PKK’ê destnîşan bike.

Çi qewimî

Pêş niha dewleta Îranê ragihandibû ku ewê li ser sînor operasyoneke bejahî li dijî hêzên Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne. Piştî hevdîtinên rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li herêmê, ev hêz ji hin navçeyên sînorî vekişiyan. Îranê heta 19 Îlonê muhlet dabû hêzên Rojhilatê Kurdistanê ku ji herêmê derkevin. Hêzên Rojhilatê Kurdistanê di 11 Îlonê de ji herêmê derketin.

Piştî vekşîna van hêzên Rojhilatê Kurdistanê, şandeke hikûmeta Îraqê serdana Tehranê kirbûn û diyar kirbûn ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li wê navçeyê derketine û ji ber vê yekê tu sedemek ku Îran êrîş bike tineye.

Li aliyê din PKK’e li benda derfetê bû ku ji firsendê sûd werbigire û xwe li şûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi cih bike.

Çima Îranê bi tenê gef li pêşmergeyên Rojhilat kir, çima gef li çekdarên PKK’ê nekir?

Îranê bi ti awa gef li PKK’ê û hêzên ser bi wê ve nekir ku navçeyên sînorî yên di nêvbera Başûrê Kurdistanê û Îranê biterikînin, Îranê bi tenê gef li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin, heya niha jî yek çekdarê PKK’ê ji yek baregehê xwe derneketiye û dernakeve jî, ji ber ku Îran wan weke pasewanên sînorî yên xwe dibîne, û weke dixuye rêkeftineke nihênî di nêvbera wan de heye.

Hêzên pêşmerge yên ser bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê di vê mijarê de bi berpirsyartî tevgeriyan, ji boy nehiştina gefa Îranê li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û statuya fermî ya vê perçeya azad a Kurdistanê, ji binke û baregehên xwe yên sînorî vekişiyan, di demekî bi vî awa de, PKK’e û rêxistinên ser bi wê ve mijûlî dagîrkirina van binke û baregehan in û li pey berjewendiyên xwe yên şexsî digerin.

Tevgerên PKK’ê û rêxistinên ser bi wê ve li Sîdekanê ji boy dagîrkirina binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve rastî ti bertekekî nehat, Îranê zêdetir ji pasewanên sînorî yên Îraqê bahwerî bi PKK’ê û rêxistinên ser bi wê ve heye loma ti caran ji hêzên PAJAK-PKK’ê nexwestiye navçeyên sînorî yên bi Îranê re bi cî bihêln, tirsa Îranê bi tenê ji partî û pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ye, niha PKK’e mîna heşda şebî ya Îraqê bi temamî ketiye di bin bandora Îranê de û fermana ji Îranê werdigire.

Pustên heman beş