ENKS li dijî biryara zêdekirina nirxê mazotê banga greveke aştiyane dike

ENKS li dijî biryara zêdekirina nirxê mazotê banga greveke aştiyane dike

 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li welatiyan dike, bi armanca şermezarkirina kiryarên Rêveberiya Xweser û zêdekirina nirxê sotemeniyê, sibe sêşemê dest bi greveke aştiyane bikin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro 18ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, “êş û azarên hemû pêkhateyan li herêmên ku rêveberiya PYDê birêve dibe, berdewam in û ji encama siyaseta ku ev rêveberî dimeşîne û ji encama zêdekirina nirxê hemû kelûpelan û kirêya çûnûhatinê, barekî giran li ser milê welatiyan hatiye danîn, ku dibe sedema welatî bi neçarî koçber bibin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS di dema ku hemû binpêkirinên ku welatî rastî wan tên, di nav de berdewamiya girtina çalakvan û endamên ENKSê, armanckirina debara jiyana xelkê û birçîkirina wan bi rê û rêbazên curbicur şemezar dike, di heman demê de jî biryara bilindkirina nirxê mazotê şermezar dike.”

ENKSê dibêje: “Di dema de ku em xwepêşandanên gelêrî yên li dijî vê biryara nedadperwer hatine lidarxistin, bilind dinirxînin, em daxwaza bidawîkirina wan biryaran, rêzgirtina li mafên mirovan û hilweşandina biryara zêdekirina nirxê mazotê dikin.”

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de, ji bo wan daxwazan bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û xelkê kir ku sibe sêşemê 19’ê Îlonê demjimêr 17:00 li ber baregeha Netewên Yekgirtî ya li Qamişlo dest bi greveke aştiyane bikin.

Piştî zêdekirina nirxê mazotê bi rêjeya ji %250 – %425 ji aliyê Rêveberiya Xweser be, bû sedema nerazîbûneke giştî ya berfireh li piraniya bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê, îro jî li Qamişlo, Dêrik, Minbic û Kobanê xwepêşandan û grevên aştiyane hatine kirin û dukan û bazar hatin girtin.

Pustên heman beş